Meral Akşener: Opozîsyon IYI Partiyê wek gef dibîne

24-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Meral Akşener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener bertek nîşanî beşek ji aliyên maseya 6 partiyên opozîsyonê da û got, “Çi dibêjin, dibêjin Stenbol bi xêra HDPê hatiye qezenckirin. Wê demê ez ji niha şûnde di jiyana we de ji we re serkeftinê dixwazim.” Akşener li ser derbasbûna 15 parlamenterên CHPê ji bo partiya xwe di sala 2018an de jî got, “Ev poşmaniya herî mezin a jiyana min e” û lê zêde kir, “Opozîsyon IYI Partiyê wek gefekê dibîne.”

Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê nakokiyên di navbera 6 partiyên opozîsyonê û di nav Partiya Gel a Komarî (CHP) de kûrtir dibin. Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener roja 24ê Hezîrana 2023an di komcîvîna sêyemîn a partiya xwe de axivî ku ji ber hilbijartinan hatibû paşxistin.

Sala 2018an 15 parlamenterên CHPê derbasî ÎYÎ Partiyê bibûn da ku bikaribe beşdarî hilbijartinan bibe, Meral Akşener li ser vê mijarê got, “Me destpêkê ji bo ku partiya me beşdarî hilbijartinan bibe ji CHPê 15 parlamenter daxwaz kirin. Ev poşmaniya herî mezin e di jiyana min de ye. Ez spasiya Birêz Kiliçdaroglu dikim lê ji wê rojê û heta îro me mineta van 15 parlamentran ji ser xwe ranekir.”

Beşek ji berpirsên CHPê û HDPê digotin ku di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de roleke girîng a HDPê di qezenckirina şaredariyên Stenbolê de hebû, Seroka IYI Partiyê nerazîbûna xwe li hember van gotinan jî anî ziman û got, “Tişta herî zêde ez êşandime ew bû ku digotin HDPê hilbijartina Stenbolê da qezenckirin. Min wê rojê dît ku opozîsyon IYI Partiyê wek gefekê dibîne.”

Meral Akşener bersiva beşek ji wan rexneyan jî da ku digotin partiya wê di hilbijartinan de zêde kar nekiriye û got, “Em nexebitîne û ji ber wê hilbijartin nehatine qezenckirin. Bila wijdanê we hişk bibe. Çi dibêjin, dibêjin Strenbol bi xêra HDPê hatiye qezenckirin. Wê demê ez ji niha şûnde di jiyana we de ji we re serkeftinê dixwazim.”

Tê pêşbînîkirin ku di Komcivîna Asayî ya IYI Partiyê de serok an jî seroka wê partiyê bê diyarkirin lê li gorî zanyariyan Meral Akşer tenê berbijêr e.

Di Komcivîna Giştî de ji bilî serok, endamên Desteya Îdareya Giştî ku ji 50 kesan pêk tê û endamên Desteya Disîplînê ku ew jî ji 11 endaman pêk tê, tên hilbijartin. Di Komcivînê de hezar û 350 kes deng didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst