Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan rû da.
Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej demjimêr 07:09an çêbûye.
AFADê daxuyand ku navenda erdhejê navçeya Saîmbeyliyê ye.
Li gorî AFADê kûrahiya erdhejê 6,96 kîlometre bûye.
Li aliyê din, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê erdhêje daxuyanî da.
Alî Yerlîkaya da zanîn ku piştî erdhejê alî û saziyên pêwendîdar lêkolînên xwe kirine û heta vê gavê ti zerer nehatiye tesbîtkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse