Berdevkê AK Partiyê li ser pêvajoya nû daxuyaniyek da

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Omer Çelîk AK Partî Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê pêvajoya nû got ku di armanca wan de ti rewşên sistbûn an jî bipaşdeçûnê nîne.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk doh piştî civîna partiya xwe, li ser mijarên di rojevê de axivî û bersiv da pirsên rojnamegeran.

"Civînên me berdewam dikin"

Omer Çelîk li ser pirsa girêdayî pêvajoya ku bi PKKyê re hatiye destpêkirin bal kişand ser wê yekê ku rewşeke sistbûnê an jî bipaşdeçûnê nîne û kar û xebatên wan berdewam dikin û got:

“Li herêma me tê dîtin ku rêxistinên terorîst ji hêla hinek hêzan ve, ji bo şerê biwekalet tên bikaranîn.

Gelek hêz hene ku bêyî rasterast bikevin nav şer hewl didin herêma me bi rêya pevçûnan, bi rêya rêxistinên terorîst di çarçoveya şerê biwekaletê de biguherînin.

Dema ku hûn ji vê perspektîvê lê dinêrin, tê dîtin ku armanca Tirkiyeya bêteror hem ji bo Tirkiye û hem ji bo herêmê stratejiyeke di wextê xwe de ye.

Em di vê çarçoveyê de xebatên xwe yên ji bo pêkanîna li ser Tirkiyeya bêteror didomînin.

Civînên me bi rêkûpêkî berdewam dikin.”

Berdevkê AK Partiyê her wiha da zanîn ku armanca wan sereke ew e ku PKK çekên xwe deyne û divê ev jî ne gelekî dûr çêbibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst