Trump: Agirbestê dest pê kir, bin pê mekin

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Omer Çelîk AK Partî Pêvajoya Nû Şerê Îran û Îsraîlê Donald Trump Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald bangî Îran û Îsraîlê kir û got, “Agirbestê dest pê kiriye, tika dikim bin pê mekin.”

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê vê sibehê dest bi pêla 5em a êrişên bi mûşekan kiriye.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku êrişê beriya niha bi demeke kin dest pê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, hatiye tesbîtkirin ku mûşek ji Îranê ber bi axa wan ve tên û pergalên parastina asmanî hewl didin ku bersivê bidin êrişê.

Serokê Amerîkayê berbanga îro diyar kiribû Îran û Îsraîlê dê dest bi agirbestê bikin û her du welat bi hev re hatine cem wî û daxwaza agirbestê jê kirine.

Donald Trump ji ser hesabê xwe yê Social Truthê li ser şerê Îran û Îsraîlê peyameke nû belav kir.

Serokê Amerîkayê bangî her du aliyan kir kur agirbestê bin pê nekin.

"Îran û Îsraîlê aştî xwest"

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî êrişa Îranê ya li Baregeha El Udeydê ya Amerîkayê ya li Qeterê peyamek belav kir û got:

“Îsraîl û Îran hema hema di heman demê de hatin ba min û gotin aştî. Dê êrişên asmanî yên dualî ku 12 roj bûn berdewam dikirin, bid awî bibin."

Serokê Amerîkayê diyar kir ku Îsraîl û Îran hema hema di heman demê de ji bo pêkanîna aştiyê gihiştine wî û da zanîn ku serkeftiyên rastî yên vê yekê cîhan û Rojhilata Navîn in.

Trump got, “Her du welat dê di paşeroja xwe de hezkirineke mezin, aştî û xweşguzeraniyê bibînin.

Gelek tişt hene ku her du alî qezenc bikin, lê belê heger ji rêya rastî û heqîqetê derkevin, dê gelek tiştan jî ji dest bidin.”

Îranê daxuyanî da

Medyaya Îranê ragihand ku agirbesta Donald Trump bi awayekî yekalî aşkera kiribû, li gor dema navxweyî dest pê kiriye.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ku nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ye ragihand ku saet 07:30ê sibehê bi dema Tehranê (07:00 bi dema Hewlêrê) agirbesta li gel Îsraîlê dest pê kiriye.

Ajansa Farsê li ser rûpela xwe ya Telegramê ev nûçe bi sernavê "Destpêka Agirbestê" belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Piştî ku mûşekên dawî yên Îranê li hedefên xwe dan û hejmareke zêde ya Siyonîstan hatin kuştin û birîndar bûn, dema destpêkirina agirbestê wekî saet 07:30 bi dema Tehranê hat destnîşankirin."

Piştî ragihandina agirbestê, hat diyarkirin ku Îranê careke din bi mûşekan êrişî Îsraîlê kiriye.

Li gor daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, ji ber êrişa mûşekî ya dawî ya Îranê, li herêmên bakur naqosên hişyarkirinê lê dan.

Hat ragihandin ku di êrişa dawî ya Îranê de ti ziyaneke canî çênebûye û ti kes birîndar nebûye. Her wiha Artêşa Îsraîlê daxwaz kir ku xelkê wan herêman dikarin ji stargehan derkevin.

Tel Evîvê heta niha derbarê agirbesta ku Trump bi şev bi awayekî yekalî ragihandibû ti daxuyanî nedaye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku di navbera Îsraîl û Îranê de "agirbesteke tam û bêkêmasî" pêk hatiye û bi vê yekê dê şer bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst