Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re rewşa girtiyên nexweş û pirsgirêkên li girtîgehan gotûbêj kirin.
Şandeya DEM Partiyê ku ji Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezaî Temellî û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan pêk dihat bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re civiya.
Endamê şandeyê Sezaî Temellî piştî civînê, civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê naveroka civînê de zanyarî dan.
"Pirsgirêkên gelekî cidî hene"
Temellî ragihand ku wan derbarê rewşa girtiyan de hevdîtineke gelekî girîng li gel Wezîrê Dadê pê kaniye û got:
"Ji ber ku li girtîgehan ji ber sependinan pirsgirêkên gelekî cidî hene. Me ev pirsgirêk anîn ziman."
Sezaî Temellî da zanîn ku wan derbarê pirsgirêkên li girtîgehan de nêrînên xwe bi hev guhertine û got:
"Me behsa lêgerîna çareseriyê jî kir. Em hêvî dikin wezaret di vê mijarê de demildest xebatên pêwîst bike û ji van pirsgirêkan re çareseriyek bilez bê dîtin. Çarçoveya hevdîtina me ev bû."
"Mijara me ya sereke girtiyên nexweş in"
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Temellî got, "Me tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîstî bi çareseriyeke bilez heye.
Wezîr jî got ku ew li ser vê mijarê dixebitin û ew ji van pirsgirêkan agahdar in.
Me jî xwest ku ev mijar bêyî ku dereng bimîne bikeve rojevê. Girtiyên nexweş canê xwe ji dest didin.
Mijara me ya sereke girtiyên nexweş in lê me behsa wan sepandinan jî kir ku hemû girtiyan eleqedar dikin."
Pakêta darazê
Ev serdana Şandeya DEM Partiyê ya ji bo Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê di demekê de ye, 1ê Hezîrana 2025an, 10emîn Pakêta Darazê derbarê efûkirin û înfaza beşek ji girtiyan de de li Parlamentoyê hat qebûlkirin.
DEM Partiyê dixwest ku ew paket girtiyên siyasî jî li xwe bigire lê ev daxwaza wê nehat qebûlkirin û girtiyên siyasî ji derveyî wê paketê man û ev yek jî bibû sedema nerazîbûna DEM Partiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse