Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî dê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re derbarê pakêta darazê û rewşa girtiyan hevdîtinê bike.
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî dê îro saer 14:00an bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç bicivin.
Hevdîtin, dê li Wezareta Dadê pêk were.
Di hevdîtinê de pakêta darazê û rewşa girtiyên nexweş dê di rojevê de bin.
Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de li ser nerazîbûnên derbarê Pakêta 10emîn a Darazê ku li parlamentoyê hat qebûlkirin, rewşa girtiyên nexweş û biryarên astengkirina berdana girtiyan a Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê bên gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse