Dema civîna heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Dadê diyar bû

23-04-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê Yilmaz Tunç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta DEM Partiyê dê sibe saet 10:30î li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç bicive.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku ew dê roja pêncşemê saet 10:30î li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bi heyeta DEM Partiyê re bicive.

Tunç ameje bi wê yekê da ku ew dê di civînê de guh bidin heyeta DEM Partiyê û dawazên wan û got:

"Hinek xisûsên ku wan ji raya giştî re eşkere kirine hene. Ew diyar dikin ku daxwazên wan ên derbarê girtî û mehkûmên nexweş de hene.

Her wiha daxwazên wan ên derbarê girtîgehan de û derbarê wan mehkûman de hene ku dema xwe di girtîgehê de temam kirine lê nikarin sûdê ji berdana bi merc wergirin.

Dema ku sibê bên em dê van binirxînin. Piştî hevdîtina sibe ew bixwe  dê raya giştî agahdar bikin."

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de got:

"Armanca me Tirkiyeya bê teror e. Em li ber deriyê xilasbûna ji belayeke 40 salî ne.

Di vê serdema bi wate ya ku me dest bi Sedsala Tirkiyeyê kiriye de, welatê me hema bêje nîv sedsal bi têkoşîna li dijî terorê derbas kir.

Hemû Tirkiye dixwaze ji belaya terorê xilas bibe. Piştî axaftina Birêz Bahçelî ya di meha Çiriya Pêşîn de û  îradeya ku birêz Serokomarê me nîşan daye hevdîtinên DEM Partiyê pêk hatin."

Civîn hatibû bipaşxistin

Biryar bû endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder 18ê Nîsanê li gel Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bicivin lê ji ber nexweşiya Sirri Sureyya Onder civîn hatibû bipaşxistin.

Ji ber ku Pervîn Buldan ji ber rewşa Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneyê ye biryar hate dayîn ku heyeteke din a DEM Partiyê wê civînê pêk bîne.

DEM Partiyê jî 22yê Nîsana 2025an ragihandibû heyeta wan a vê carê ji Serokwekîlên Koma Parlamentoyê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê Ozturk Turkdogan pêk tê dê roja pêncşemê li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê bicive lê demjimêra civînê nehatibû eşkerekirin.

Li gorî zanyariyan, dê di cîvînê de li ser gavên yasayî yên derbarê pêvajoya aştiyê de gotûbêj bên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku rewşa girtîgehê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser girtîgeha Îmraliyê, rewşa girtiyên nexweş û siyasî û amadekirina zemînek hiqûqî bo pêvajoyê jî ji mijarên sereke yên civîna Şanda DEM Partiyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst