Ozgur Ozel û Îbrahîm Kalin li ser pêvajoyê civiyan

24-07-2025
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Kalin Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel û Serokê Saziya Îstixbarata Niştimanî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Parlamentoya Tirkiyeyê civiyan.

Hat ragihandin ku rojeva sereke ya hevdîtinê, pêvajoya çareseriyê bûye.

Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin di çarçoveya hevdîtinên xwe yên pêvajoya çareseriyê de diçe serdana partiyên siyasî.

Hevdîtin ji ber ku Ozel beşdarî merasîma cenazeyên karkerên di şewata daristanan de miribûn bû, saetekê dereng dest pê kir.

Hevdîtina ku saetek û 45 xulekan berdewam kir, 35 xulekên destpêkê tenê di navbera Ozel û Kalin de bû.

Hat zanîn ku di vê beşê de behsa pêvajoya çareseriyê û avakirina komîsyona li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye kirin.

Piştre şandeya CHPyê jî beşdarî hevdîtinê bû.

Şandeya CHPyê ji Sekretera Giştî Selîn Sayek Boke, Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr û Alîkarên Serokê Giştî Gokçe Gokçen, Namik Tan û Murat Bakan pêk dihat.

Piştî civînê ti daxuyanî nehatin dayîn.

Hevdîtin di çarçoveya serdanên Kalin de hevdîtina herî dirêj bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst