Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer Suphî Ozgen ragihand ku li Dibistana Navîn a Sultan Alparslanê 75 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye û ji bo wan du pol hatine vekirin.
Parêzer Suphî Ozgen diyar kir ku wan li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê di warê vekirina dersên Kurdî de serkeftineke girîng bi dest xistiye û got, "Me ji bo dersa Kurdî derî vekir."
Suphî Ozgen li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku di dema hilbijartina dersan de wan gelek hewl dane û wiha got:
“Şikir, me berhema keda xwe li Dibistana Navîn a Sultan Alparslanê bi 75 xwendekar û du polên dersa Kurdî wegirt.”
Pirsgirêka mamosteyan
Ozgen eşkere kir ku li Dibistana Navîn a Huseyîn Çelîkê tevî ku hejmara pêwîst a xwendekaran ders hilbijartiye jî birêvebiriyê ji ber nebûna mamosteyan dersa Kurdî nedaye destpêkirin.
Wî anî ziman ku wan ji bo tayînkirina mamosteyan serî li Birêvebiriya Perwerdeyê ya Navçeyê û Wezareta Perwerdeyê daye lê heta niha tiştek nehatiye kirin.
Ozgen da zanîn ku wî bi xwe jî daxwaz kiriye ku bi dilxwazî dersan bide da ku pol vebe û ew dê wê mijarê bişopîne.
"Armanca ew e ku li hemû dibistanan dersa Kurdî vebe"
Ozgen her wiha spasiya kesên ku di xebatên li Esenyurtê de ew bi tenê nehiştine û piştgirî dane wan kir û wiha pê de çû:
“Niha li Stenbolê her çend li dibistanekê be jî, astengiyên li pêşiya dersa Kurdî hatine şikandin.
Armanca me ya ji bo sala bê ew e ku li hemû dibistanên navîn ên Esenyurtê û navçeyên din zengil ji bo Kurdî lê bidin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse