Rûniştina doza Demîrtaş hat bipaşxistin, 15 sal ceza dihat xwestin

24-09-2025
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina doza hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş hat bipaşxistin ku jê re 15 sal ceza dihat xwestin.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji ber 6 axaftinên xwe yên sala 2016an bi 5 tawanên cuda tê darizandin

Rûniştina dozê li Dadgeha 18emîn a Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.

Demîrtaş, ku bi xwe beşdarî rûniştinê nebû lê parêzerên wî amade bûn, bi van îdiayan tê darizandin:

  • Biçûkxistina dewlet, hikûmet û darazê
  • Belavkirina kîn û dijminatiyê di nava gel de
  • Teşwîqkirina gel ji bo sûc
  • Pesindayîna sûc û sûcdaran
  • Llidarxistin, birêvebirin û beşdarbûna civîn û xwepêşandanên derqanûnî

Parêzeran daxwaza yekkirina dosyayan kir

Parêzerê Demîrtaş ê bi navê Mahsunî Karaman di parastina xwe de bal kişand ser wê yekê ku dozên din ên bi heman tawanbarî li dijî muwekîlê wî hatine vekirin û da zanîn ku dozeke bi heman rengî li Dadgeha Îstînafê ye û dozeke din jî li Dadgeha 3yemîn a Cezayên Giran a Êlihê didomin.

Karman ji ber vê yekê xwest ku hemû dosya li Amedê bên komkirin û bibin yek lê beriya wê li benda encama dosyaya li Dadgeha Îstînafê bisekinin.

Dozger jî xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.

Rûniştin heta sala 2026an hat bipaşxistin

Dadgehê biryar da ku li benda encama dosyaya li Dadgeha Îstînafê bimîne û piştî wê biryarê, mijara yekkirina dosyayan binirxîne.

 Ji ber vê yekê, rûniştin heta 19ê Kanûna Paşîn a 2026an hat bipaşxistin.

Derbarê Demîrtaş qedexeya siyasî û cezayê heta 15 salan tê xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst