SAKARYA - Formayê Amedsporê li xwe kiribû: Bi zorê jê kirin

24-10-2025
RÛDAW
Nîşan Amedspor Forma Sakarya Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sakaryayê yê Tirkiyeyê di maçeke stadyuma sentetîk de êrişî Murat Demîrkal hat kirin ku formayê Amedsporê li xwe kiribû û formayê wî bi zorê jê hat kirin.

Murat Demîrkalê 35 salî li navçeya Adapazariyê ya Sakaryayê ji bo maçekê bi hevalên xwe re çûbû stadyumeke sentetîk.

Dema dora wan hat, wî formayê Amedsporê li xwe kir û derket stadyumê.

Du kesên ji koma ku beriya wan ji stadyumê derketibûn, ji ber ku formayê Amedsporê li xwe kiribû, hewl da êrişî Demîrkal bikin.

Di bûyerê de kesên li stadyumê ketin navberê lê êrişkaran formayê Murat Demîrkal bi zorê ji wî kirin û wan forma bi xwe re bir.

Bûyer kêlî bi kêlî ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hat tomarkirin.

Li gorî Guneydogu Ekspresê, Murat Demîrkalê ku rastî êrişê hatibû, giliyê wan kiriye.

Parêzer Mehmet Demîrê ku endamê berê yê desteya birêvebiriyê ya Amedsporê ye, parêzeriya Murat Demîrkal girt ser xwe û got:

“Me bi hevalê xwe re hevdîtinek kir ku li Sakaryayê di stadyuma sentetîk de ji ber ku formayê Amedsporê li xwe kiribû rastî êrişê hat û formayê wî bi zorê jê hat kirin.

Wî îfadeya xwe da û gilî kir. Em pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û di pêvajoya hiqûqî de parêzeriya wî dikin.

Ev êriş ne tenê li dijî formayekî, li dijî nasnameyekê ye.

Em dê heta dawiyê şopdarê bûyerê bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst