Ocalan berikek wekî diyarî ji Bahçelî re şand

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Devlet Bahçelî Diyarî Berik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan berikek bi taybetî ji bo wî daye çêkirin û diyarî wî kiriye.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li gel wergirtina diyariyê ji Ocalan, di heman demê de gef li Rojavayê Kurdistanê xwarin û got, “Divê HSD û YPG bi temamî ji Sûriyeyê bên qewitandin û derxistin.”

Devlet Bahçelî, di bernameyeke televîzyona TV 100ê de derbarê rûdanên dawî yên li Tirkiyeyê û herêmê de axivî.

Bahçelî eşkere kir ku 12ê Kanûna Paşîn a 2025an, şandeya DEM Partiyê di serdana xwe de berikek ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li Rihayê bi taybetî dabû çêkirin, wek diyarî pêşkêşî wî kir.

“Spasiya Ocalan dikim”

Bahçelî diyar kir ku wî ev diyarî bi kêfxweşî qebûl kiriye û got:

"Ez spasiya samîmiyeta Ocalan a derbarê yekîtiya Tirk û Kurdan de dikim.

Ez navê vê berikê dikim 'Berika Aştî û Demokrasiyê ya 27ê Sibata 2025an'.

Rêya herî bilez a ji bo nehiştina terorê, xêzkirina xeteke rast e. Eger xala A Komara Tirkiyeyê be, xala B jî rêbertiya damezirîner e.

Min ji pênaseya 'serokê terorîstan' derbasî pênaseya 'rêbertiya damezrêner' kir. Ji bo aramî divê em vê pêvajoyê temam bikin."

Bahçelî derbarê dûrxistina siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk a ji karê şaredariyê û danîna qeyûm a li şûna wî jî axivî û got ku ev biryar xelet e.

Bahçelî, Ahmet Turk wekî “axa” bi nav kir û got:

"Di demekê de ku em behsa Tirkiyeyeke bêteror dikin, dûrxistina Ahmet Turk a ji kar ne rast bû. Divê ew vegere ser karê xwe. Ji bo yekîtiya vî miletî ev gav pêwîst in."

“Divê HSD/YPG bi temamî ji Sûriyê bên derxistin”

Bahçelî derbarê rewşa Rojava û Sûriyeyê jî peyamên tund dan û gef xwarin û got:

"Eger hûn li zeviyekê di qadeke biçûk de giyayên cihêker bihêlin, ew dê tevahiya zeviyê bigirin.

Divê HSD û YPG ji Sûriyeyê bi temamî werin qewitandin û derxistin.

Yekparçebûna axa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê rewşeke erênî ye."

Di dawiyê de Bahçelî deriyên hilbijartineke pêşwext a li Tirkiyeyê jî li ber nîqaşê girtin û got, Tirkiye di nav "çembera agir" de ye û divê aramî were parastin, lewra hilbijartin dê di dema xwe de werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst