Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê vê hefteyê dê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ziyaret bike.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ku ji Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, dê vê hefteyê li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Roja hevdîtinê hîn ne zelal e lê ev serdan ji ber ku di çarçoveya xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Parlamentoyê hatiye avakirin de hevdîtina yekem e, balê dikişîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tê çaverêkirin ku Abdullah Ocalan derbarê xebatên Komîsyonê û pêvajoya danîna çekan de peyamên girîng bide heyetê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse