Ayşegul Dogan: Kobanî neket û dê nekeve, deriyan vekin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ayşegul Dogan Kobanî Kurd Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê di 11emîn salvegera rizgarkirina Kobaniyê ya ji destê DAIŞê de bangî civaka navneteweyî û Enqereyê kir û xwest ku dorpêça li ser bakurê Sûriyeyê were şikandin.

Doganê got, "Dema zarok ji sermayan dimirin em wekî siyasetmedaran nikarin tenê temaşe bikin."

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û krîza mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê, dorpêçên berdewam û mudaxeleyên li dijî xwepêşandanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxandin.

Doganê da zanîn ku "Maseya Koordînasyona Krîzê" ya ku di bin banê Lijneya Birêvebiriya Navendî de hatiye avakirin 24 saetan dixebite û ji bo çareseriya siyasî û mirovî ew dê dest bi rêzehevdîtinan bikin.

Ayşegul Doganê bi bîr anî ku Kobanî 26ê Kanûna Paşîn a 2015an ji destê DAIŞê hat rizgarkirin û diyar kir ku bajar îro ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin.

Doganê got, "Kobanî wê rojê serkeftina ronahiyê ya li dijî tariyê bû.

Îro dorpêçkirina wê ya ducare meseleyeke mirovahiyê ye. Azadiya Kobaniyê azadiya gelan e."

Serdana partiyên mixalefetê

Berdevka DEM Partiyê eşkere kir ku wan xebatên xwe yên dîplomatîk zêde kirine û şandeyeke di serokatiya Hevserokên Giştî de dê vê hefteyê serdana partiyên mixalefetê bike.

Di vê çarçoveyê de şande dê sibe bi CHPyê re bicive û rojên pêşiya me jî bi DEVA, Partiya Seadetê û Partiya Paşerojê re li ser mijara Sûriyeyê civînan pêk bîne.

"Bila deriyên Murşitpinar û Nisêbînê werin vekirin"

Ayşegul Doganê bal kişand ser kûrbûna krîza mirovî ya li herêmê û ji bo korîdora alîkariya lezgîn daxwaza gaveke şênber kir:

"Niha krîzeke mezin a mirovahiyê heye; derman tune, xwarin tune, înternet tune.

Divê Deriyê Sînorî yê Murşitpinarê demildest were vekirin.

Bi heman awayî Deriyê Sînorî yê Nisêbînê jî dikare were vekirin.

Nabe ku li ber çavên hemû cîhanê temaşeyî mirina zarokan a ji sermayan were kirin.

Divê helwesteke çalak were nîşandan û hemû derfet ji bo vekirina korîdorên jiyanê yên mirovî werin bikaranîn."

"Her cureyê Kurdbûnê wekî sûc tê dîtin"

Doganê midaxeleya polîsan a li dijî çalakiyên piştevaniya Rojavayê Kurdistanê yên li seranserê Tirkiyeyê rexne kir û bertek nîşanî wê yekê da ku li Aksaraya Stenbolê Parlamenter Celal Firat hatiye derbkirin û rakirine nexweşxaneyê.

Doganê daxuyaniya walîtiyê ya derbarê mirina Baran Abdiyê 24 salî yê li Tarsûsê jî wekî "li dijî berpirsyariya lêpirsînê" nirxand û got:

"Tiştê ku divê li kolanan be hiqûq e, ne gaz û cop e."

Berdevka DEM Partiyê behsa karûbarên edlî yên li dijî jinên ku porê xwe jê kirine jî kir û got:

"Hûn dibêjin her cureyê Kurdbûnê sûc e. Peyam bi vî awayî digihîje Kurdan.

Ji hunandina por ditirsin, ji ber ku ew berxwedana ronahiyê ya li dijî tariyê ye."

Pirsa ji bo Enqereyê

Ayşegul Doganê destnîşan kir ku ji bo avakirina rejîmeke demokratîk li Sûriyeyê divê Tirkiye roleke avaker bilîze û ev pirs ji Enqereyê kir:

"Gelo Enqere dê destkeftiyên Kurdan di kêliyek dîrokî ya şikestinê de wekî gefekê bibîne, yan dê wekî destkeftiya xwe bibîne?

Bi zîhniyeteke leşkerî îstiqrar li Sûriyeyê nayê dabînkirin.

Divê pabendî bi Peymana 18ê Kanûna Paşîn were kirin, dev ji taktîkên mijûlkirinê were berdan û kanalên diyalogê werin xurtkirin."

Doganê di dawiya axaftina xwe de anî zimên ku birêvebiriyên xwecihî û platformên civaka sivîl ji bo gihandina alîkariyan amade ne û tekane asteng deriyên sînor ên girtî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst