Enqere (Rûdaw) - Li Enqereyê bi serpereştiya Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, li ser rola medyayê ya di demên şer û aloziyan de panelek hat lidarxistin.
Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariyê Burhanettin Duran di panelê de ragihand ku ew wekî Tirkiyeyê di hemû qadan de piştgiriyê didin Sûriyeyê û karên medyayê jî beşek ji wan in.
Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê Dr. Hemze El Mistefa jî beşdarî beşeke panelê bû.
Rola medyayê di avakirina aştiyê de
Gotarên destpêkê yên panelê ji aliyê Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê Dr. Hemze El Mistefa û Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariyê Burhanettin Duran ve hatin pêşkêşkirin.
Di panelê de bi berfirehî qala bandor û girîngiya medyayê ya di avakirina pêwendiyan û aramiyê de hat kirin.
Mijara sereke ya panelê jî rola medyayê ya li Sûriyeyê bû.
Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Burhanettin Duran destnîşan kir ku ew dê li cem Sûriyeyê bin û got:
“Em wekî Tirkiyeyê berê jî, niha jî û ji niha pê ve jî dê piştgiriyê bidin têkoşîna birayên xwe yên li Sûriyeyê.”
"Êdî çek neman"
Endamê Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) Necdet Guleryuz bal kişand ser qonaxa nû ya li Sûriyeyê û wiha axivî:
“Tiştê girîng ew e ku axaftin û hevdîtin tên kirin. Êdî çek jî neman û rewş her ku diçe ber bi başiyê ve diçe.
Îro di vê panelê de dê li ser rewşa herêmê, Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojava jî were axaftin.”
"Lidarxistina vê panelê di demeke wiha de ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e"
Balyozê Sûdanê yê li Enqereyê Nadir Yusuf jî di axaftina xwe de pesnê medyaya Tirkiyeyê da û got:
“Spas ji bo we. Lidarxistina vê panelê di demeke wiha de ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e.
Girîng e ku civak rola Tirkiyeyê û rola medyaya Tirkiyeyê baş bizanibe.
Ez bawer dikim ku medyaya Tirkiyeyê cihê baweriyê ye û karekî profesyonel dike.
Loma jî di dema çareserkirina şer û qeyranan de xwedî roleke cidî ye.
Em dikarin gelek mînakan bidin, wekî aloziyên li Sûriye, Somalî û Azerbeycanê.
Medyaya Tirkiyeyê roleke cidî dilîze û ez bawer dikim ku ev rol bandoreke erênî li ser polîtîkayên hikûmetê yên derbarê çareserkirina qeyranan de dike.”
Li hêla din, li salona panelê ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ve pêşangeheke wêneyên ku di dema şerê Sûriyeyê de hatine kişandin jî hat vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse