Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê piştî belavbûna girtevîdyoyên Sedat Peker li Parka Zarokan a Azad daxuyaniyek da
Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê têkildarî girtevîdyoyên mafyager Sedat Peker bang li dozgeran kir ku erkê xwe bi cih bînin û got: “Divê bikerên wan tawanan werin darizandin."
Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê piştî belavbûna girtevîdyoyên Sedat Peker li Parka Zarokan a Azad daxuyaniyek da çapemeniyê û beşdariyan pankartên “Em Demkorasî, hiqûq û daraza serbixwe dixwazin” rakirin.
Serokê Şaxa Mêrsînê yê Sendîkaya Karên Giştî ya girêdayî Sendîkayên Karkerên Şeoreşger (DÎSK) Kemal Goksoy di daxuyaniyê de diyarkir ku pêwîst e tawanên ku ku di 40 salên dawiyê de bi destê rayedar û karbidestên Tirkiyê ve hatine encam dan, bên lêkolînkirin.
Kemal Goksoy got: “Bila herkes vê bizane ku ew nikarin bi xerckirna Binali Yıldırım, Suleyman Soylu û Mehmet Agar, xwe ji nav vî karî rizgar bikin. Divê hesabê înfazên bê daraz, binpêkirinên mafên mirovan û karên antîdemokratîk yên ku di 40 salên dawiyê de li Tirkiyê hatine kirin, bê dayîn û komîsyoneke lêkolînê ya rastiyan bê avakirin.”
Platformê herwiha têkildarî siyasetmedar û rayedarên Tirkiyê ku navên wan di îdiayên Sedat Peker de derbas dibin got: “Pêwîst e ji Suleyman Soylu heta Mehmet Agar, Sedat Peker û Alaattin Çakicî hemû muhatab ji aliyê dadwer û dozgerên bê alî û serbixwe ve bên darizandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse