Karkerên Kurd ên ku rastî îşkenceya polîsan hatin ji Rûdawê re behsa bûyerê kirin

26-05-2023
Omer Sonmez
Karkerên Kurd ên ku rastî îşkenceya polîsan hatin ji Rûdawê re behsa bûyerê kirin
Karkerên Kurd ên ku rastî îşkenceya polîsan hatin ji Rûdawê re behsa bûyerê kirin
Nîşan Karkerên Kurd Îşkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên Kurd, di 21ê Gulanê di roja Yekşemê de ji bo bêhna xwe vedin berê xwe dan Parka Modayê ya li Kadikoya navçeya Stenbolê. Ew piştî demekê bi kêf û coş li ber muzîka Kurdî govend gerandin, lê wê demê polis hat û midaxele li wan kirin.

5 karkerên Kurd, di 21ê Gulanê di roja Yekşemê de ji bo bêhna xwe vedin berê xwe dan Parka Modayê ya Kadikoya navçeya Stenbolê. Ew piştî demekê bi kêf û coş li ber muzîka Kurdî govend gerandin, lê wê demê polis hat û midaxele li wan kir. Yek ji wan karkerên ku ji pişt ve hatiye kelemçekirin û polîs Marşa Mehter a nîjadperest bi wan dide guhdarîkirin karkerê înşaatê Cahit Kurt ê 24 salî ye ku ji xelkê Wanê ye.

Karkerê mexdûr Cahit Kurt anî ziman, “Ji ber muzîk û dîlana Kurdî bûyer çêdibe. Polîs siqêfan li me kirin, gaza rondikavêj reşandin ser me, li me didan, me derb dikirin. Pey re (dema marşa mehtere didan guhdarîkirin) polis li ser pişta me digeriyan. Yanê îşkenceyeke pir mezin li ser me kirin. Em hîn jî di psîkolojiya wê de derneketine.”

Ev jî karkerê ji Mêrdînê Idrîs Akpinar e. Ew jî bêyî haya wî ji bûyerê hebe û karkerên din nas bike tê cihê bûyerê û midaxeleya polîsan bi telefona xwe qeyd dike. Lê polis wî jî desteser dike û di nav otomobîlê de derb dike. Li nexweşxaneyê jî li ser gefxwarina polîsan karkerên mexdûr nikarin rapora derbê jî bigrin.

Karkerê mexdûr Idrîs Akpinar got, “Min fêm nekir çima marşa mehtere bi me dan guhdarîkirin. Ji me re terorîst digotin. Me çi kiribû ka, min jî fêm nekir! Din av otomobîla polîsan de li me dixistin. Dema ji bo muayeneyê me birin nexweşxaneyê polis ji me re gotin; "niha em diçin ger hûn rapora derbê bigrin hûnê bibînin". Gotin, hûn ê bistînin, me jî got na. Ji bo car din îşkence û miameleya xirab li kesên din nekin ez ê gilîdar bim.”

Komeleya Mafên Mirovan IHD û Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), bi beşdariya karkerekî mexdûr civîna çapemeniyê lidar xist û bertek nîşanî bûyerê da. Hevserokê şaxa Stenbolê ya OHDê Gurkan Istekli ku parêzeriya karkerên Kurd dike dide zanîn, Komeleya Hiqûqnasên Azad dê derbarê polîsên îşkencekar de serlêdana sûcî bikin û pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.

Gurkan Istekli got, “Di bûyerên îşkenceyê de ji xwe hewce nake mirov gilî bike. Lazim e dozgerî resen (jiberxweve) lêpirsîn bide destpêkirin. Lê em dibînin ku ev prosedur li Tirkiyê nayê bicihkirin. Ji loma jî em ê serlêdana xwe bikin. Lê lazim e ku Walitiya Stenbolê ji bo doz û lêpirsînê destûr bide.”

Nihat Demir ê sekreterê Sendîkaya Dev-Yapi İşê ku girêdayî DİSKê ye dibêje, di salên dawî de li bajarên Tirkan êrîşên nîjadperestî yên li dijî karkerên Kurd gelekî zêde bûye.

Sekreterê Sendîkaya Dev-Yapi Îşê Nîhat Demir anî ziman, “Li her derê êrîşê me dikin. Li ser zimanê nîjadperest ê desthilatê. Tim me hedef didin nişan.”

Karkerên Kurd ên bi navê; Kadir Gulşen, Bariş Gulşen, Seyithan Gulşen, Îdris Akpinar û Cahit Kurt bi îdiaya "li dijî polîsan li ber xwe dane" bi daxwaza girtinê di roja 22ê Gulanê de sewqî Dadgeha Anadoluyê ya Kartalê hatin kirin û piştî karûbarên îfadedayînê karker bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Lê ji bo karkerek mehekî biryara hepsa malê hat dayîn. Ev mijar bes di medyaya nêzî opozîsyonê de bû nûçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst