Erdogan û El Sanî bi têlefonê axivîn

26-06-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî Qeter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî re bi têlefonê axivî. 

Li gorî daxuyaniya ji ser hesabê Xê yê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê hat parvekirin di axaftinê de pêwendiyên Qeter û  Tirkiyeyê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin. 

Serokomarê Tirkiyeyê di axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye her cure êrişên ku desthilatdariya Qeterê îxlal dike şermezar dike û Tirkiye dê her dem li ba birayên xwe yên Qeterî be. 

Erdogan diyar kir ku di lûtkeya NATOyê de li ser şerê Îran û Îsraîlê bi mixatabên eleqedar re hevdîtin kirine.

Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn ew hêvî dike her du alî guh bidin agirbestê, aramî û îstîqrar li herêmê mayînde bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst