Di doza DIAYDERê de şahidê nihênî îfadeya xwe guhert

26-07-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol DIAYDER Doza DIAYDERê Xutbeyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di şeşemîn rûniştina doza DIAYDERê de, şahidê nihênî îfadeya xwe ya derbarê naskirina kesên tên darizandin guhert û got, ez van kesan nas nakim. Dadghê jî biryar da doz bo 21ê Cotmeha 2022an bê paşxistin.

Şeşemîn rûniştina doza Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DIAYDER) ku bi hinceta dayîna xutbeyên Kurdî û çend çalakiyên olî hatibû vekirin, îro 26ê Temûzê li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.

Derbarê DIAYDERê de bi hinceta dayîna xutbeyên Kurdî û çend çalakiyên olî doz hatibû vekirin ku 23 kes tên darizandin. Di rûniştina dozê ya 28ê Hezîrana bihorî de Dadgeha Stenbolê biryara girtina komaleyê dabû.

Doza ku yek kes girtî bi tevahî 23 kes têde tên darizandin, îro li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Serokê Komeleya DIAYDERê yê girtî Ekrem Baran ji girtîgeha Silivriyê bi rêya videokonferansê beşdarî dozê bû.

Dozê bi axaftinên şahidê nihênî yên bi navê kod “Padişah” destpê kir. Serokê dadgehê ji şahidê nihênî Padişah navên kesên tên darizandin pirs kir. Padişah, destpêkê îdia kir ku piraniya wan nas dike û ew di merasîmên termên PKKyiyan de dîtine. Li ser daxwaza parêzeran, dadgehê bêyî ku navê wan bêje kesên tên darizandin, nîşanî Padişah kirin. Padişah vê carê, ji gotinên xwe paş de gav avêt û got; “Ez navê wan nizanim. Min ew nedîtine.”

Herwiha ji Padişah navên Aydin Ayhan û Fevzi Bariş ên ku tên darizandin, hat pirsîn. Dema li hember kamerayê bo wî hatin nîşandan got; “Min ew di civînên Amedê de dîtine.” Aydin Ayhan û Fevzi Bariş jî gotin, “Me di jiyana xwe de, ne Amed û ne jî Rezan nedîtine.”

Serokê dadgehê, ji Padişah pirsa Serokê DIAYDERê Ekrem Baran jî kir. Padişah destpêkê got ez wî nas dikim, lê dema bi kamerayê hat nîşandan got; “Ez wî nas nakim.”

Dozgerê dozê jî piştî axaftinên şahidê nihênî Padişah, daxwaza bi awayekî girtî darizandina Ekrem Baran kir. Ekrem Baran jî di parastina xwe de daxwaza berdana xwe kir û got; “Ji ber ez serokê komeleyê me têm cezakirin. Ji salekê zêdetir e bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de me.”

Dadgehê, biryar da Ekrem Baran bi awayekî girtî bê darizandin û doz bo 21ê Cotmeha 2022an paş xist.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst