CHP aram nabe: Gursel Tekîn û 5 kesên din hatin îxrackirin

26-09-2025
RÛDAW
Nîşan Gursel Tekîn CHP Kongreya CHPyê ya Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP), Gursel Tekîn û 5 kesên din ji partiyê îxrac kirin.

Piştî ku dadgehê Kongreya CHPyê ya Stenbolê  betal kir Gursel Tekîn biryara tayînkirina xwe ya wekî qeyûm qebûl kiribû û ev jî bû sedema aloziyan. 

Desteya Bilind a Dîsîplînê ya CHPyê îro civiya û biryara xwe ya derbarê Gursel Tekîn û endamên din de eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, Gursel Tekîn, Savaş Aras, Erkan Narsap, Zekî Şen, Levent Çelîk û Bariş Yarkadaş ji partiyê hatine derxistin.

Desteyê diyar kir ku kiryarên van endaman li dijî berpirsyariyên endamtiyê yên di rêziknameya CHPyê de ne.

Gursel Tekîn: Em dê têkoşîna xwe bidomînin

Gursel Tekîn piştî ku ji CHPyê hat îxrackirin, daxuyaniyeke tund da û got, "Hûn nikarin me bêdeng bikin.

Dîrok dê ne van biryarên neheq lê dê me binivîse ku me li hember wan bi serbilindî li ber xwe da.

Ez, wekî neferê Partiya Gel a Komarî ku min emrê xwe dayê, ji partiya xwe hatim îxrackirin.

Ev biryar ji aliyê kesên ku destên wan di sûc de ye û nûnertiya berjewendiyên xwe yên şexsî, ne yên partiyê, dikin ve hatiye standin.”

Çi bûbû?

Dadgeha Stenbolê di 2yê Îlonê de, bi îdiaya ku di Kongreya Stenbolê ya 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de "gendelî û sextekarî" hatiye kirin kongre betal kiribû.

Di çarçoveya heman biryarê de, Serokê Bajarê Stenbolê yê CHPyê Ozgur Çelîk ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û li şûna wî Gursel Tekîn û şandeyeke pê re wekî qeyûm hatibûn tayînkirin.

Piştî ku Tekîn ev biryar qebûl kir, CHPyê ew bi daxwaza îxrackirina teqez şandibû desteya dîsîplînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst