3 rojnamegerên Kurd hatin girtin

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Rojnamegerên Kurd Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 9 Rojnamegerên Kurd hatibûn destserkirin, 3 ji wan hatin girtin.

Di çarçoveya operasyonekê de ku navenda wê li Stenbolê bû polîsan 23yê Nîsanê bi ser malên rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnameya Yenî Yaşamê de girtibû.

Di operasyonê de 9 rojnameger hatibûn desteserkirin.

Rojnamegerên Kurd ên ku hatibûn desteserkirin doh li Dadgeha Stenbolê îfade da.

Li dadgehê 6 rojnameger bi mercê kontrola edlî hatin berdan.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û xebatkarê Çapemeniya Azad Erdogan Alayumat bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bi biryara dadgehê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst