Li Îzmîr û Muglayê 69 koçber hatin desteserkirin

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Mugla Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Ewlehiyê ya Peravên Tirkiyeyê ragihand ku li peravên navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê navçeya û Çeşmeyê ya bajarê Muglayê 69 koçber hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya ku hatiye belavkirin, berê sibeha îro hêzên Fermandariya Ewlehiyê ya Peravên Tirkiyeyê belemeke lastîkî li sînorê bajarokê Dîkilî  dîtine ku 37 koçber tê de bûne.

Herwiha li nîv girava Çeşmeyê ya Muglayê jî bi heman awayî belemeka din hatiye dîtin ku 32 koçber têde bûne.

Koçberan bi rêya Deryaya Egeyê hewl didan derbasî Yunaistanê bibin lê piştî çend kîlometreyan diçin, ji aliyê hêzên cendirmeyan ve hatin deteserkirin.

Fermandariya Ewlehiyê ya Peravên Tirkiyeyê bêyî ku amaje bi nasnameya koçberan bide, got ku piştî pişkinîna tendirûstî koçber veguhastin Navenda Paşdevegerandinê ya Bajêr.

Li peravên parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê belemeke koçberan niqum bû û di encamê de 5 koçberan canê xwe ji dest dabûn û 7 koçber jî hatibûn rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst