Li 3 bajarên Tirkiyeyê 50 qaçaxçî hatin girtin

27-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Qaçaxçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Stenbol, Edirne û Tekirdagê yên Tirkiyeyê di operasyona hêzên ewlehiyê de 50 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya ji hesabê xwe yê tora civakî ragihand, tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Têkoşîna Dijî Qaçaxçitiya Koçberan a Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê li bajarên Stenbol, Edirne û Tekirdagê li dijî qaçaxçiyên koçberan operasyoneke hevbeş saz kir.

Di operasyonê de bi hinceta “qaçaxçitiya koçberan” 50 organîzator hatin desteserkirin.

50 kesên ku hatin desteserkirin piştî karên li rêveberiya ewlehiyê ji bo dadgehê hatin şandin.

Dadgehê derbarê 30 kesî de biryara girtinê da û 2 jê bi şertê kontrola edlî 20 kes jî berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin