Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca ragihand, ji %84.06ê mamsoteyan derziya Coronayê li xwe dane û dibistan vedibin.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di 6ê Îlonê de perwerde bi awayekî rûbirû dest pê dike. Lê niqaşên li ser biryara perwerdeya rûbirû berdewamin.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê twitterê rêjeya derzî lêdana mamosteyan eşkere kir û got dibistan vedibin.
Fahrettin Koca got “Di nav mamosteyan de rêjeya doza yekem a derziyê %84,06 e. Di nav hemû civakê de rêjeya doza yekem a derziyê %76,12 ye. Di nav mamosteyan de rêjeya doza duyem a derziyê %72,57 e, di nav hemû civakê de rêjeya doza duyem a derziyê %58,23 ye. Dibistan vedibin. Mamosteyên ku heta niha derzî li xwe nedane dê demeke nêzîk de ji me re bibin mînak. Ma her car nebûn?”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse