Aydin Merûf: Çarenivîsa Kurd û Tirkmenan yek e

27-09-2019
RÛDAW
Nîşan Aydin Merûf Kurdistan Tirkmen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Herêma Kurdistanê Aydin Merûf ragihand ku başbûna peywendiyên Hewlêr û Enqerê bi Tirkmenan û hemû pêkhateyên din gelek girîng e.

Endamê Rêveberiya Bereya Tirkmenî û Wezîrê Herêmê di kabîneya Kurdistanê de, Aydin Merûf, beşdarî konferansa, ‘Rewşa Tirkmenan li Herêma Kurdistanê û Tirkmen’ ku ji aliyê navenda lêkolînan a ORSAMê ve li Enqerê hat lidarxistin bû.

Aydin Merûf piştî konferansê, derbarê peywendiyên Kurd û Tirkmenan, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê, Hewlêr-Enqerê û Enqere-Bexdayê û herwiha rewşa Tirkmenan li Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re axivî.

Merûf aşkere kir ku peywendiya Kurd û Tirkmenan girîng e û got, “Em li wê herêmê ji xwe li gel hev dijîn. Çarenivîsa me yek e. Dîrokeke me ya xweş a hevbeş heye. Li Herêma Kurdistanê desthilatek heye û cihgirtina partiyan di wê desthilatê de girîng e. Em weke Tirkmen û weke Bereya Tirkmenî beşdarî desthilatê bûn. Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye û ev peywendî jî girîng in.”

Aydin Merûf li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî ragihand, “Başbûna peywendiyên Hewlêr-Enqere, Enqere-Bexdayê, bo me Tirkmenan girîng in. Ji bo hemû pêkhateyên etnîkî yên li herêmê dijîn girîng in. Ji ber wê yekê em her behsa aştî û diyalogê dikin. Em li gel pêkvejiyanê ne.”

Li ser pirsa, ‘Eger hûn Hewlêr û Bexdayê bidin ber hev, kîjan ji bo Tirkmenan baştir e?, wî berpirsê Tirkmenî got, “Ez vê berawirdiyê nekim baştir e. Lêbelê dixwazim vê yekê bibêjim; Kîjan grûp, dewlet, rêveberî ji bo civaka xwe tiştekî baş bike, ji xwe ew civak dê wê tiştê bîne ziman. Em niha li Hewlêrê weke Bereya Tirkmenî beşdarî hikûmetê bûne û herwiha parlamenterek me heye. Li wê derê her çiqas hinek kêşeyên biçûk hebin jî niha bo me rewş baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst