Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê ku salane bi milyonan geştyarên biyanî serdana wê dikin, 3yemîn Fuara Geştyariyê ya Stenbolê bi beşdariya 296 kompanyayan ji 50 welatan hat lidarxistin.
Şaredariya Sûrê ya Amedê di pêşangehê de amade bû lê ji Îraq û Herêma Kurdistanê ti kompanyayeke geştyariyê beşdar nebû.
Di pêşangeha ku di navbera 25 û 26ê Îlonê de li Navenda Pêşangehê ya Yenikapiyê ji aliyê Yekîtiya Acenteyên Geştyariyê ya Tirkiyeyê (TURSAB) ve hat sazkirin, mazûvaniya 15 hezar profesyonelên sektora geştyariyê hat kirin.
Berpirsa Otêleke Antalyaya Tirkiyeyê Şefika Uluçayê got, "Kompanyaya me ji Beleka Antalyayê ye û ji destpêka fuarê ve tevlî fuarê dibe.
Ji her aliyê cîhanê kompanî beşdar dibin. Ji loma jî fuareke gelekî sûdmend e."
Armanca sereke ya pêşangehê ew bû ku nûnerên sektorê bên cem hev, hevkariyên nû ava bikin û kompanyayên xwe bidin nasîn.
Di di pêşangejê de ji welatên Rojhilata Navîn ên wekî Qetar, Misir û Îranê, heta welatên wekî Srî Lanka, Rûsya û Qibrisa Bakur gelek kompanyayan cih girtin.
Geştyarê bi navê Şoil Nebîl ê Misirî jî got,"Em ji herêma Şerm El-Şeyxa Misirê, ji bo tevlî pêşangehê turîzmê ya Tirkiyeyê bibin hatin vir.
Bi rastî jî pêşangeheke pir xweş e, em ji pêşwaziya wan jî gelek kêfxweş bûn. Ez hêvîdar im ku Tirkiye û Misir di warê geştyariyê de zêdetir hevkarî bikin."
"Em dixwazin navendên geştyariyê yên Îranê bidin nasîn"
Berpirsê Standa Wezareta Çandê yê Îranê Elî Fehîmî got, "Em wekî nûnerên Îranê li vir amade ne. Armanca me ew e ku em navendên geştyariyê yên Îranê bidin nasîn."
Ji bajarên Bakurê Kurdistanê tenê Şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê beşdarî pêşangehê bû.
Di standa Şaredariya Sûrê de tabloyên cihên dîrokî, berhemên xwemalî û zebeşên navdar ên Amedê hatin nîşandan û bala gelek beşdaran kişand.
Berpirsê Standa Şaredariya Sûrê Mensûr Îyîler jî got, "Em li ser navê Şaredariya Sûrê ji bo nasandina Amedê li vir in.
Amed bi berhemên xwe yên dîrokî û xwarinên xwe navdar e. Bi taybetî zebeşên me gelek bal kişand."
Li gorî daneyên Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê, di nav 8 mehên ewil ên sala 2025an de, nêzîkî 12 milyon û 400 hezar geştyarên biyanî serdana Stenbolê kirine.
Tevî vê potansiyela mezin jî, ji Îraq û Herêma Kurdistanê ti kompanyayeke geştyariyê di pêşangehê de amade nebû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse