Derbarê Îmamoglu biryara girtinê hat dayîn, sedem ‘sîxurî’ ye

27-10-2025
Nîşan Ekrem Îmamoglu Merdan Yanardag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna “sîxuriyê” de derbarê Ekrem Îmamoglu Merdan Yanardag û Necatî Ozkan biryara girtinê da.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û çend kesên din dest bi lêpirsîna “sîxuriyê” kiribû.

Îmamogluyê ku li Girtîgeha Silivriyê girtî ye doh ji bo karên îfadewergirtinê birin Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê.

Heman rojê di çarçoveya heman lêpirsînê de îfadeya Birêvebirê Giştî yê TELE1ê Merdan Yanardar, Necatî Ozkanê şêwirmend û birêvebirê kampanyaya Ekrem Îmamoglu û Birêvebirê Giştî yê Îsttelkomê Melîh Geçek jî hat wergirtin.

Îmamoglu, Yanardag û Ozkan bi hinceta ku “sîxuriya siyasî” kiriye bi biryara dadgehê hatin girtin.

Geçek jî ji ber ku ji ber tawanekî din berê girtî bû careke din şandin girtîgehê.

Huseyin Gunê ku berê girtî bû di çarçoveya heman lêpirsînê de xwest ku “poşmantiya” ragihîne û ji yasaya “poşmantiya bikiryar” sûdê wergire û li gorî wê yekê îfadeya xwe da.

Gun jî ji ber ku berê ji ber tawanê “sîxurtiyê” hatibû girtin careke din şandin girtîgehê.

“Serokê rêxistinê Ekrem Îmamoglu…”

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di angaştnameya xwe de wiha gotiye:

“Gumanbar Ekrem Îmamoglu, Merdan Yanardag û Necatî Ozkan di çarçoveya lêpirsînê de bi kurtasî, serokê rêxistinê Ekrem Îmamoglu bi rêya bidestxistina Partiya Gel a Komarî ya bi awayekî neyasayî û peydakirina pereyan a ji bo hilbijartina serokkomariyê û ji bo vê yekê di çarçoveya xebatên sîxuriyê yê Rêxistina Tawanan a Îmamoglu de di serî de yên li Stenbolê agahiyên welatiyên me yên şexsî dane îstixbaratên welatên biyanî û li ser ferman û daxwazên van îstixbaratan çalakî kirine.”

Serdozgeriyê diyar kir ku wan ji ber sedema “Sîxuriya Siyasî” li Dadgeha Cezaya Sulhê ya Stenbolê îfade daye û hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst