Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê êrişa li Kormorê daxuyanî da

27-11-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Kormor Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Balyoz Oncu Keçelî ragihand ku ew êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê "ji bo aramî û xweşguzariyê bi dilgiranî pêşwazî dikin"

Keçelî her wiha got, "Em van cûre kiryarên li dijî binesaziya sivîl şermezar dikin."

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.

Ji ber êrişê şandina gazê ji bo wan stasyonên ku bi gazê kar dikin hat rawestandin, ev yek jî bû sedema kêmbûna ji sedî 80yê karebaya Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Balyoz Oncu Keçelî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişê de daxuyanî da.

Keçelî di peyama xwe de wiha got:

"Em êrişa ku şeva 26ê Çiriya Paşîn li Qada Gaza Sirûştî ya Kormorê ya li Îraqê hat kirin, ji bo aramî û xweşguzariya cîrana me Îraqê bi dilgirina pêşwazî dikin.

Em van cûre kiryarên li dijî binesaziya sivîl şermezar dikin."

"Tedbîrên pêwîst hatine wergirtin"

Keçelî her wiha da zanîn ku wan ji bo welatiyên Tirkiyeyê yên li wir dixebitin gav avêtine û got:

"Konsulxaneya me ya Hewlêrê, ji bo ewlehiya canê welatiyên me yên ku li wê qadê dixebitin da ku tedbîrên pêwîst werin wergirtin, dest bi kar kiriye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst