11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li parêzerê Demîrtaş hat birîn

2 demjimêr berê
Nîşan Ramazan Demîr Parêzerê Demîrtaş Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ramazan Demîrê Parêzerê Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, di doza ku li Stenbolê dihat darizandin de bi giştî 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê xwar.

Doza derbarê Ramazan Demîrê parêzerê Selahattîn Demîrtaşê ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye bi dawî bû.

Di rûniştina ku li Dadgeha 14emîn a Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin de, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir.

Ti kêmkirin çênebû

Dadgehê bi tohmetên “endamtiya rêxistina çekdar” û “propagandaya rêxistinê” bi giştî 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Ramazan Demîr birî.

Di biryara dadgehê de hat diyarkirin ku ji bo cezayê wî kêmkirineke teqdîrî (kêmkirina rewşa baş) nehatiye sepandin.

“Canê gelê me sax be”

Ramazan Demîr piştî biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û bertek nîşan da. Demîr di peyama xwe de wiha got:

“Nesîbê min jî hem ji endamtiya rêxistinê û hem jî ji propagandaya rêxistinê bi giştî 11 sal û 3 meh cezayê bêyî kêmkirin ket. Canê gelê me sax be.”

Tê pêşbînîkirin ku dadgeh biryara xwe ya bi sedem a derbarê vî cezayê girtîgehê di rojên pêşiya me de eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst