Cezayekî din li parêzerê Demîrtaş hat birîn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ramazan Demîr Selahattîn Demîrtaş Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehekê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, cezayê girtîgehê da Ramazan Demîrê parêzerê hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Beriya niha jî di dozeke din de cezayê girtîgehê li Ramazan Demîr û gelek endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hatibû birîn.

Piştî vê rûdanê, di dozeke din a derbarê Ramaza Demîr de jî biryar hat dayîn.

Di doza ku li Dadgeha 27emîn a Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin de, ji ber parvekirinên wî yên di navbera salên 2013-2015an de, cezayê girtîgehê li Ramazan Demîr hat birîn.

Dadgehê, li gorî xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê  bi îdiya "Biçûkxistina miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê" 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da Ramazan Demîr.

Doza ku nêzîkî 10 salan ajot îro bi dawî bû û Ramazan Demîr ragihand ku ew dê li dijî biryarê derkevin.

Ramazan Demîr ji Îlke TVyê re axivî û diyar kir ku ceza ne hiqûqî ye û ew dê serî li dadgeha bilind bidin.

11 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn

Di dozeke din a beriya niha de, Dadgeha 14emîn a Cezayê Giran a Stenbolê cezayê girtîgehê yê giran li Demîr birîbû.

Şandeya dadgehê bi îdiayên "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" bi giştî 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dabû Ramazan Demîr.

Di wê dozê de dadgehê ti daxistin di cezayê wî de nekiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst