Ozgur Ozel: Li gorî zanyariyan dê sîstema qeyûman bê sererastkirin

28-04-2025
RÛDAW
Nîşan Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel Tayînkirina Qeyûman Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel diyar kir ku li gor zanyariyên bidest xistine dê desthilat sîstema qeyûman sererast bike û di vê çarçoveyê de dê lêpirsîna terorê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî pûç bibe.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel 28ê Nîsana 2025an beşdarî bernameyeke medya Tirkiyeyê bû û derbarê rojeva Tirkiyê de axivî.

Ozgur Ozel eşkere kir ku her çi qas navek li pêvajoyê nehatiye kirin lê di vê qonaxê de yekemîn karê tê nîqaşkirin sererastkirina sîstema qeyûman e û şaredariyên DEM Partiyê û CHPê yên ku qeyûm hatine danîn dê bên vegerandin.

Serokê CHPyê Ozel amaje bi pêvajoya çareseriyê kir û got:

"Di demeke ku pêvajo nehatiye binav kirin de li gorî agahiyan guhertina destpêkê ya yasayî ku dê were kirin guhertina sîstema qeyûman e.

Di vê rewşê de tê gotin ku dema qeyûmên şaredariyên DEM Partiyê vegerin, lêpirsîna terorê ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê bikeve.

Şaredariyên Şîşlî û Esenyurtê dê li ser CHP bên vegerandin. Li ser van mijaran ev nîqaş tên kirin."

Beriya çend rojan Heyeta DEM Partiyê ligel Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç civiyabû û derbarê sererastkirinên yasayî de gotûbêj kiribûn.

Guhertina sîstema qeyûman ji destpêka pêvajoya banga çekdanîn û xwe fesixkirina PKKyê û heta niha di rojeva DEM Partiyê de ye û dixwazin li Parlamentoya Tirkiyeyê bê çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst