Tîma Erdogan a destûra nû ji kê û kê pêk tê?

28-05-2025
Nîşan Erdogan Destûra Nû Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh eşkere kir ku wî ji bo destûra nû tîmeke taybet a 10 kesî erkdar kiriye.

Li AK Partiyê navên kesên ku dê di komîsyona ku ji bo destûra nû were avakirin de cih bigirin diyar bûn.

Li gorî nûçeya Haberturkê dê li serê komîsyonê Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz hebe.

Di komîsyonê de tê çaverêkirin ku alîkarên Serokê Giştî yê AK Partiyê Mustafa Eliîtaş û Efkan Ala, Serokê Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê Abdullah Guler, Alîgirên Serokê Koma AK Partiyê Ozlem Zengîn û Bahadir Yenîşehîrlîoglu, Berdevkê Partiyê Omer Çelîk û Alîkarên Serokê Giştî Hayatî Yazici û Alî Îhsan Yavuz û her wiha Parlamentera Antalyayê Serap Yazici Ozbudun cih bigirin.

Prof. Dr. Serap Yazici Ozbuduna ku ji lîsteyên CHPyê hatibû hilbijartin û endama Partiya Paşerojê bû ji partiya xwe îstifa kir û çû nav AK Partiyê.

Hevjînê Serapê yê mirî Prof. Dr. Ergun Ozbudun jî berê di xebatên destûrê de wezîfe wergirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst