Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê AK Partî ziyaret kir.
Alîkarê Serokê AK Partiyê Efkana Ala piştî hevdîtina li gel Heyeta DEM Partiyê ragihand ku wan li ser pêvajoyê nirxandinên girîng kirine.
DEM Partiyê jî ragihand ku wan li gel AK Partiyê gavên ku pêwîst e li ser pêvajoyê werin avêtin û rola Parlamentoya Tirkiyeyê gotûbêj kirine.
DEM Partî di serdanên xwe yên çarçoveya pêvajoya aştiyê de berdewam e.
Heyeta DEM Partiyê îro li Parlamentoya Tirkiyeyê çû serdana AK Partiyê.
Di nava Heyeta DEM Partiyê de Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakırhan û Tulay Hatîmogullari, Serokwekîlên DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît cih girt.
Heyeta DEM Partiyê ji aliyê Serokê Grupa AK Partiyê Abdullah Guler, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Serokwekîla Grupa AK Partiyê Ozlem Zengînê ve hatin pêşwazîkirin.
Civîn saet 15:00an dest pê kir û saet 17:00an bi dawî hat.
Piştî civînê Serokê Grupa AK Partiyê Abdullah Guler di daxuyaniya çapmeniyê de ragihand ku wan li gel Heyeta DEM Partiyê derbarê pêşhatên dawî yên pêvajoyê nirxandinên berfireh kirine û da zanîn ku dê di demên pêş de derbarê pêvajoyê daxuyaniyên wan ên berfireh hebin.
Alîkarê Serokê AK Partiyê Efkan Ala jî ragihand ku wan derbarê pêvajoyê li gel DEM Partiyê nirxandinên berfireh kirine û got:
“Pêvajo wekî ku tê pêşbînîkirin berdewam dike. Ti rawestan û kêmasî nînin.
Divê her kes bi niyeteke baş ji gihiştina armanca Tirkiyeya bêteror çi ji destê wan tê bike.
Ji bo vê jî hewl tên dayîn û em spas dikin.”
“Me di civînê de bi taybetî pakêta înfazê anî ziman”
DEM Partiyê jî derbarê naveroka civîna xwe ya li gel AK Partiyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
DEM Partiyê ragihand ku wan di civînê de li gel Heyeta AK Partiyê li ser pêşhatên dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi berfirehî nerînên xwe pev guhertine û anî ziman:
“Di vê çarçoveyê de pêşhatên dawî yên piştî Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê çêbûne, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, Civîna Heyeta Îmraliyê ya li gel Birêz Abdullah Ocalan û pêşhatên ku piştî biryarên kongreya PKKyê ku 12ê Gulanê ragihandibûn hatin gotûbêj kirin.
Di civînê de ji bo ku pêvajo bi awayekî tendurist ber bi pêş ve biçe, derbarê gavên ku pêwîst e bên avêtin û rola Parlamentoyê ya di pêvajoyê de gotûbêj hatin kirin.
Derbarê komîsyona ku dê were avakirin dualî nirxandin hatin kirin.
Me di civînê de bi taybetî pakêta înfazê, sererastkirinên derbarê yasaya înfazê, yasabûna van sererastkirinan berî cejnê û bendawariyên civakê û partiya me anîn ziman.”
DEM Partiyê ragihand ku serdanên wan ên partiyên siyasî bi dawî hatine û da zanîn:
“Zanyarîdayîna bi hûrgilî û nirxandin dê rojên pêşiya me ji nû ve bên kirin.”
DEM Partiyê di çarçoveya serdanên xwe de roja sêşemê çûbû serdana MHPyê û li gel Serokê wê Devlet Bahçelî pêvajo û destûra nû gotûbêj kiribûn.
Di çarçoveya vê gerê de Heyeta DEM Partiyê çû serdana CHP, Partiya DEVAyê, Partiya Saadetê, Partiya Paşerojê û Partiya Yenîden Refahê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse