Dîplomaya masterê ya Ekrem Îmamoglu hat betalkirin

28-07-2025
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Dîplomaya Masterê Betalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Ajansa Anadoliyê dîplomaya masterê ya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu roja duşemê ji aliyê Zanîngeha Stenbolê ve hat betalkirin.

Di biryarê de hat diyarkirin ku Îmamoglu “mercên mezûniyeta lîsansê bi cih neaniye.”

Zanîngeha Stenbolê berê jî dîplomaya lîsansê ya Îmamoglu betal kiribû.

Lijneya Birêvebir a Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Stenbolê her wiha biryar da ku agahiyên mezûniyeta Îmamoglu ji ser Sîstema Qeyda Akademîk (AKSÎS) bên jêbirin, li ser Sîstema Agahdariyê ya Xwendina Bilind (YOKSÎS) bên nûkirin û teza wî ya mezûniyetê jî ji Navenda Tezan a Neteweyî ya Lijneya Xwendina Bilind (YOK) bê rakirin.

Lijneya Birêvebir a Zanîngeha Stenbolê ya ku 18ê Adarê ji bo gotûbêjkirina rewşa dîplomaya Îmamoglu civiya bû, ragihandibû ku dîplomaya lîsansê ya Îmamoglu hatiye betalkirin.

Rojekê piştî betalkirinê jî Îmamoglu hatibû girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.

Îmamoglu piştre ji Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kî hatibû durxistin.

Birêvebiriya zanîngehê biryar dabû ku dîplomayên 28 kesan ku Îmamoglu jî di nav de ye, bi hincetên 'nebûn' û 'şaşiya eşkere' bên betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst