Ji Bînalî Yildirim peyama 'nenavendîbûnê': Ev ne gef e, derfet e

28-08-2025
RÛDAW
Nîşan Bînalî Yildirim Komîsyona Pêvajoyê Civîna Komîsyonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê berê û Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bînalî Yildirim li civîna Komîsyonê axivî û derbarê xurtkirina birêvebiryên xwecihî de peyameke girîng da û got, Xurtkirina birêvebiryên herêmî ji bo dewleta navendî ne gef e lê derfetek e."

di civîna 7emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de îro guh da nêrîn û pêşniyarên serokên berê yên parlamentoyê.

"Nenavendîbûn sîstemeke îdarî ye, ne siyasî ye"

Serokê berê yê parlamentoya Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û bal kişand ser têgeha "nenavendîbûnê" (adem-î merkeziyet) û tekez kir ku ev yek divê tenê wekî sîstemeke îdarî bê fêmkirin.

Bînalî Yildirim got, “Xurtkirina birêvebiriyên herêmî, ji bo birêvebirina xizmetguzariyan bi awayekî bibandortir derfetek e.

Ev sîstem ku wekî nenavendî tê pênasekirin, tenê sîstemeke îdarî ye. Bi temamî ji ramanên siyasî û federal re girtî ye."

"Banga Ocalan destpêkeke baş bû"

Serokê berê yê parlamentoyê, banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê wekî "qonaxeke girîng" bi nav kir û merasîma şewitandina çekan a PKKyê jî wekî "destpêkeke baş" nirxand.

Yildirim her wiha diyar kir ku ji ber rêjeya nûnertiya di komîsyonê de ku gihiştiye ji sedî 95an, ew bi hêvî li pêvajoyê dinêre.

"Esas ne nasnameya etnîkî, hevwelatîbûna destûrî ye"

Bînalî Yildirim da zanîn ku divê hemû kesên li Tirkiyeyê, bêyî cudahiya etnîkî û baweriyê li ser bingeha hevwelatîbûna wekhev bên nirxandin û got:

"Nasnameya etnîkî ne esas e, hevwelatîbûna destûrî rastiyeke ku nayê guhertin.

Rêya me ew e ku em li ser nirxên hevbeş biratiya xwe serdest bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst