Mehmet Uçum: Vegera Tirkiyeyê ya ji pêvajoya çareseriyê ne pêkan e

28-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mehmet Uçum Pêvajoya Çareseriyê PKK Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Uçum li ser pêvajoya çareseriyê got: "Şert û mercên hiqûqa qonaxa derbasbûnê yên Tirkiyeya Bêteror pêk hatine û êdî vegera Tirkiyeyê ya ji vê qonaxê ne pêkan e.”

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê pêvajoya çareseriyê peyameke nivîskî belav kir.

Mehmet Uçum diyar kir ku di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de di nêzîkatiyên qonaxa derbasbûnê de lihevkirin û yekdengî zêde bûye û anî ziman:

“Li ser bingeha piştrastbûna pratîkî ya ji biryara tekez a çekdanînê, li ser amadekirina rapora komîsyona parlamentoyê ya derbarê hiqûqa qonaxa derbasbûnê lihevkirineke berfireh pêk hatiye.”

Uçum di nivîsa xwe de 7 qonaxên amadekirina polîtîkaya qonaxa yasayî ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê jî wiha rêz kirine:

Amadekirina qonaxa yasayî ya pêvajoyê

- Amadekirina rapora pêşniyarên polîtîkayên hiqûqî ya ji aliyê Komîsyonê ve.

- Pêşkêşkirina raporê ji bo Serokatiya Parlamentoyê.

- Li gorî raporê, amadekirina pêşnûmeya li ser yasaya qonaxa derbasbûnê.

- Pêşkêşkirina pêşnûmeyê ji bo Serokatiya Parlamentoyê.

- Destpêkirina qonaxa yasakirina pêşnûmeyê.

- Qebûlkirina pêşnûmeyê wekî yasa ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve.

- Eger ji aliyê Serokkomarê me ve were erêkirin, weşandina yasayê di rojnameya fermî de.

Mehmet Uçum di nivîsa xwe de behsa avêtina çend gavan ji bo gerîlayên PKKyê jî kiriye û gotiye ku hukmên li jêr ên yasayê ku desthilat û erkan dide birêvebiriyê, dikarin di diyarkirina polîtîkaya hiqûqî ya qonaxa derbasbûnê de bikêr werin:

Gavên ji bo gerîlayên PKKyê

- Diyarkirina gavên ku di warên siyasî, hiqûqî, sosyo-ekonomîk, psîkolojîk, çandî, mafên mirovan, ewlehî û bêçekkirinê de û di mijarên pêwendîdar de, dikarin werin avêtin, ji bo bihêzkirina entegrasyona civakî (li ser bingeha hilweşandina rêxistina terorê û biryara bêçekkirina tam).

- Wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo vegera endamên rêxistinê yên ku çek danîne (endamên berê) û (yên li Ewropayê ne) ji bo malên xwe, beşdariya wan di jiyana civakî de û dabînkirina hevahengiya wan.

- Agahdarkirina raya giştî ya bi awayekî rast û di demê de.

- Şopandina encamên pêkanîna tedbîrên hatine wergirtin û dabînkirina hevahengiya di navbera saziyên pêwendîdar de.

- Xebatên zêdetir ên yasayî.

Uçum tekez dike ku di qonaxa yasayî ya pêvajoyê de ti sererastkirinên li dijî destûrê nabe hebin û ti prensîbên bingehîn ên dewleta neteweyî nabin mijara nîqaşê û got:

“Pêvajo dê bi temamî bi îradeya parlamentoyê, bi awayekî zelal û eşkere bimeşe.”

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê di dawiya nivîsa xwe de tekezî li ser serkeftina pêvajoyê kir û da zanîn:

“Şert û mercên derbasbûnê yên Tirkiyeya Bêteror pêk hatine û êdî vegera Tirkiyeyê ya ji vê qonaxê ne pêkan e.

Di encamê de em di demeke dîrokî de ne ku divê em ne dilgiran bin û gelekî bi hêvî bin.

Hêviya me ya hevbeş, bingeha paşeroja me ya hevbeş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst