Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê saet 08:44an erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), navenda erdhejê Sindirgi ye.
Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.
Doh êvarî jî li Sindirgiyê erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan çêbûbû û 22 kes birîndar bûbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse