Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê li ser hev diheje.
Saet 06:16an erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan çêbû.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), navenda erdhejê navçeya Sindirgiyê ye.
Hat diyarkirin ku erdhej 12,31 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.
Dîsa li Sindirgiyê saet 06:20 û 06:21ê du erdhejên bi hêza 4,2 pileyan rû da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse