Balikesîr dîsa hejiya

15-11-2025
RÛDAW
Nîşan Balikesîr Erdhej Sindirgi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

Rojên dawiyê li Balikesîrê gelek erdhejên ji 4,0 pileyan mezintir çêdibin.

Di hinekan ji wan de bajarên wekî Stenbol û Îzmîrê jî dihejin.

Erdheja li Sindirgiyê şeva borî demjimêr 03:04an çêbû.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku hêza erdhejê 4,1 pile ye.

AFADê diyar kir ku ev erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst