Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyonên li parlamentoya Tirkiyê bi daxuyaniyeke hevbeş rexne li plana aştiyê ya Rojhilata Navîn girtin ku ji aliyê Amerîkayê ve bi navê ‘Peymana Sedsalê’ hatiye amadekirin û raghandin, “ew peyman yek alî ye.”
Daxuyanî ji aliyê Mîthat Sancar, wekîlê serokê parlamentoyê ve di civîna parlamentoyê de hat xwendin ku îmzeya her yek ji firaksiyonên AK Partî, CHP, HDP, MHP û ÎYÎ Partiyê li ser bû.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Ew plana ku ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve hatiye amadekirin, Filistîn ku aliyekî nakokiyê ye, bi temamî li derve dihêle û yek alî ye û dûr ji dadweriyê.”
Herwiha hatiye gotin ku ew plan biryarên Netewên Yekgirtî (NY) û perspektîfa çareseriya siyasî binpê dike.
Donald Trump, Serokê Amerîkayê, duh li ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû li Koşka Spî konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş saz kir û beşa duyem a plana xwe ya aştiya Rojhilata Navîn aşkere kir ku weke ‘Peymana Sedsalê’ tê binavkirin.
Trump di wê konferansê de got ku plan him ji bo aliyê Îsraîlê û him jî bo Filistînê maddeyên gelekî sûdmend li xwe digire û ragihand ku li gor wê planê, dê Orşelîm weke paytexta yekparçe ya Îsraîlê bê qebûlkirin.
Trump herwiha anî ziman ku ji bo Filistînê jî Dewleteke Serbixwe ku paytexta wê Rojhilatê Orşelîmê pêş dibîne, lê derbarê ka paytext bi teqez dê kuderê be agahî neda.
Li gor plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna merca ku Filistîn bibe dewleteke serbixwe, pêvajoyeke 4 salî lazim e. Trump dibêje bila Filîstîniyên koçber herin nav dewleta xwe ya di pêş de bê avakirin û li Îsraîlê nemînin.
Trump herwiha got ku plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ji bo Filistîneke serbixwe û Filistîniyan "şansê dawîn" e, û çareseriya du dewletî wê tehdîda Fîlîstînê li ser Îsraîlê kêm bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse