Biraziyê Ahmet Turk hat kuştin

29-01-2025
RÛDAW
Nîşan Huseyîn Rêber Turk Mersîn Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biraziyê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê bi navê Huseyîn Rêber Turk li Mêrsînê hat kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Huseyîn Rêber Turk di êrişeke bi çekan de hatiye kuştin.

Huseyîn Rêber Turk (29) duh li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li çarxerêya Kopruluyê ya li taxa Karaduvarê rastî êrişa çekdarî hat.

Di êrişê de Huseyîn Rêber Turk canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Tedawiya kesê ku di êrişê de birîndar bûye jî didome. 

Nasnameya êrişkaran heta niha nehatiye zanîn. 

Cenazeyê Huseyîn Rêber Turk dê li Mêrdînê bê veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin