Li Stenbolê operasyona 1ê Gulanê: 76 kes hatin desteserkirin

29-04-2025
RÛDAW
Nîşan Operasyon Stenbol 1ê Gulanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê 76 kes hatin desteserkirin ku li gorî îdiya dixwestin beriya Roja 1ê Gulanê ya Karker û Kedkaran bêyî destûr xwenîşandanê bikin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdîaya “Li gel ku hatiye qedexekirin banga kombûna li Meydana Taksîmê û provekirina Roja 1ê Gulanê” derbarê 84 kesan biryara desteserkirinê da.

Di vê çarçoveyê de îro li parêzgeha Stenbolê operasyonên hemwext hatin kirin û hêzên ewlehiyê 76 kes desteser kirin.

Serdozgerî îdia dike ku pêwendiya wan kesan bi rêxistinên çep ên “terorê” re heye û dê roja 1ê Gulanê xwenîşandanam bikin û li dijî hêzên ewlehiyê êrişan pêk bînin.

Hat zanîn kar û barên yasayî yên derbarê her 76 kesan berdewam dikin û dê operasyon bidomin.

Li gorî çavkaniyên cûda yên medyaya Tirkiyeyê hejmara kesên hatine desteserkirin 90 kes derbas kiriye û di nav de endamên koma muzîkê ya bi navê Grup Yorumê jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst