Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo komîsyona 51 endamî ya ku tê plankirin li Parlamentoya Tirkiyeyê bê avakirin û çaverê ye ku pêvajoya çekdanînê ya PKKyê gotûbêj bike, biryarên beşdarbûnê yên partiyên siyasî zelal dibin.
Piştî AK Partî, MHP û DEM Partiyê, EMEP, DSP, HUDA-PAR û Koma Yeni Yolê jî ragihand ku ew dê di komîsyonê de cih bigirin.
Ji bo komîsyona ku ÎYÎ Partiyê eşkere kiribû ku ew dê endam nedinê, moleta dawî ya ji bo diyarkirina navan 31ê Tîrmehê hat destnîşankirin.
Dabeşkirina endaman a di komîsyonê de wiha tê plankirin:
AK Partî 21, CHP 10, DEM Partî 4, MHP 4, IYI Partî 3, Koma Yenî Yol 3, HUDA-PAR 1, Partiya Yenîden Refahê 1, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) 1, Partiya Kedê (EMEP) 1, Partiya Çep a Demokratîk (DSP) 1 û Partiya Demokrat (DP) 1.
Moleta dawî ya ji bo ku partî navên xwe yên teqez ji komîsyonê re diyar bikin, roja pêncşemê 31ê Tîrmehê saet 17:00an e.
Helwesta partiyan a li ser komîsyonê
AK Partî, MHP, DEM Partî, EMEP, DSP, HUDA-PAR û Koma Yenî Yolê biryar da ku ew dê endaman bidin komîsyonê.
MHP dê di komîsyonê de ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî Fetî Yildiz, Parlamenterê Sakaryayê Mihemed Levent Bulbul, Parlamenterê Kirikkaleyê Halîl Ozturk û Parlamenterê Tokatê Yucel Bulut ve bê temsîlkirin.
Nûnerên DEM Partiyê jî dê Serokwekîla Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Antalyayê Saruhan Oluç û Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek bin.
EMEP dê Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan ji bo komîsyonê peywirdar bike.
Navên ku AK Partî dê ji bo komîsyonê diyar bike hîn zelal nebûne.
Koma Yenîyolê jî diyar kir ku ew dê endaman bişînin û da zanîn ku şêwirên navxweyî yên partiyê yên li ser navan didomin.
Partiyên ku bi şert û guman tevdigerin
CHP ji bo beşdarbûna komîsyonê du şertan datîne pêş ku partiyên siyasî bi hejmareke wekhev bên temsîlkirin an jî heke ev yek ne mimkin be, biryarên komîsyonê bi piraniya biwesf (bi dengên sêyeka duduyan an pênceka sisêyan a endaman) bên standin.
TÎP dûr disekine ku endam bide komîsyonê lê diyar dike ku heke komîsyon bibe komîsyoneke amadekirina destûrê, ew dê bêalî bimîne.
Nirxandinên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Yenîden Refahê (YRP) û Partiya Demokrat (DP) yên derbarê beşdarbûna komîsyonê de didomin.
ÎYÎ Partiyê jî ragihand ku ew dê endam nedin komîsyonê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse