Pat pat wergeriya: 4 kes mirin, 3 kes birîndar bûn

29-08-2025
Nîşan Ordu Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Unyeyê ya bajarê Orduyê yê Tirkiyeyê di qezaya ku wesayîteke çandiniyê wergeriya de 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn ku ji heman malbatê ne.

Li Taxa Guzelkaleyê, wesayîta çandiniyê ya ku wekî "pat pat" tê binavkirin û ji aliyê Yusuf T. yê 49 salî ve dihat ajotin piştî ku ji kontrola ajokar derket wergeriya newalê.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Di qezayê de, ajokar û xwişka wî ya mezin Ayşe T.ya 63 salî, jinbira wî Guler T.ya 55 salî û neviyê wî B.A.Ç.yê 8 salî mirin.

Hevjîna ajokar Nurten T. û kurê wî O.T.yê 8 salî û neviyê wî U.A.Ç.yê 6 salî jî birîndar bûn û li nexweşxaneyên li bajêr tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst