Li Manîsayê qezayeke giran: 5 kes mirin, 6 kes birîndar bûn

29-09-2025
Nîşan Manîsa Salihlî Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Salihliyê ya Manîsayê, di qezayeke di navbera otomobîlek û kamyonetekê de 5 kes mirin da û 6 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Enqere-Îzmîrê li nêzîkî Taxa Caferbeyê ya navçeya Salihliyê qewimî.

Otomobîla bi plakaya 35 BLC 88 a ku şofêrê wê hîn nehatiye nasîn, derbasî şerîda hember bû û li kamyoneta bi plakaya 45 AVV 432 a ku Mert Gulderenê 41 salî diajot xist.

Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîmên tenduristiyê di kontrola xwe de diyar kir ku Tugçe Karakayişa 35 salî, Elîf Bûşra Uzunaltina 29 salî, Abdullah Mavzerê 27 salî, Hamza Uzunaltinê 32 salî û Kemal Uzunaltinê 6 salî yên di otomobîlê mirine.

Di qezayê de Elanur Uzunaltina 4 salî, şofêrê kamyonetê Mert Gulderenê 41 salî û rêwiyên din Zeynep Burcu Gulderena 35 salî, Denîz Gulderena 68 salî, Elîne Gulderena 2 salî û Ertugrul Gulderenê 1 salî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.

Hat zanîn ku rewşa Elanur Uzunaltin a 4 salî ne baş e û metirsî li ser jiyana wê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst