Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, derbarê plana Trump a bo Rojhilata Navîn de got, “Ev a jê re dibêjin Peymana Sedsalê, projeyeke dagirkerinê ye.”
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkiyê, di merasîmeke li Enqerê, derbarê Donald Trump, Serokê Amerîkayê ya derbarê Rojhilata Navîn de ku weke ‘Peymana Sedsalê’ tê binavkirin axivî û careke din rexneyên tund li wê planê girtin.
Erdogan got, “Jê re dibêjin, ‘Peymana Sedsalê’, peymana çi! Ev projeyeke dagirkirinê ye. Quds ne ya firotinê ye. Ti kes bila nekeve nav bêedebiya, ‘Em hinek tiştan bidin we hûn vê derê bo me bihêlin.”
Serokomarê Tirkiyê, Orşelîm-Quds weke, ‘xeta sor’ binav kir û aşkere kir ku di civîna encûmena niştimanî de wan ev mijar gotûbêj kirine û ragihand ku ew dê sibê, roja 31.01.2020, gotareke berfireh li ser wê plana Trump pêşkêş bike.
Donald Trump, Serokê Amerîkayê, roja 28ê vê mehê, li ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû li Koşka Spî konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş saz kir û beşa duyem a plana xwe ya aştiya Rojhilata Navîn aşkere kir ku weke ‘Peymana Sedsalê’ tê binavkirin.
Trump di wê konferansê de got ku plan him ji bo aliyê Îsraîlê û him jî bo Filistînê maddeyên gelekî sûdmend li xwe digire û ragihand ku li gor wê planê, dê Orşelîm weke paytexta yekparçe ya Îsraîlê bê qebûlkirin.
Trump herwiha anî ziman ku ji bo Filistînê jî Dewleteke Serbixwe ku paytexta wê Rojhilatê Orşelîmê pêş dibîne, lê derbarê ka paytext bi teqez dê kuderê be agahî neda.
Li gor plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna merca ku Filistîn bibe dewleteke serbixwe, pêvajoyeke 4 salî lazim e. Trump dibêje bila Filîstîniyên koçber herin nav dewleta xwe ya di pêş de bê avakirin û li Îsraîlê nemînin.
Trump herwiha got ku plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ji bo Filistîneke serbixwe û Filistîniyan "şansê dawîn" e, û çareseriya du dewletî wê tehdîda Fîlîstînê li ser Îsraîlê kêm bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse