Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê peyameke girîng da û got, "Ev pêvajoya ku armanca wê ew e welatê me ji belayeke 40 salî rizgar bike, dê ji bo hesabên berjewendiya siyaseta rojane neyê qurbankirin."
Erdogan ji bo rojnameya Sabahê makaleyek nivîsand û sala 2026an wekî "sala serkeftin û reformê" pênase kir.
Di makaleya bi navê "Ji bo Tirkiyeyê xebata bi eşq berdewam e" de, Erdogan diyar kir ku ew di mehên ewil ên 2026an de li ser avakirina Tirkiyeyeke mezintir û bihêztir diaxivin.
2026: Sala serkeftin û reformê
Erdogan ji bo sala 2026an got, "Em dê fêkiyên sebra xwe bicivînin, tovên hatine çandin dê şîn bibin û em dê berhema wê rakin."
Serokkomarê Tirkiyeyê sal wekî "sala serkeftin û reformê" pênase kir û got:
"Me ne pişta xwe da Rojhilatê û ne jî em ji Rojava qut bûn. Tenê xeteke me heye, ew jî xeta Tirkiyeyê ye."
Erdogan diyar kir ku Tirkiye di sala 2026an de dê bibe yek ji "welatên kîlît ên siyaseta navneteweyî.”
Serokkomarê Tirkiyeyê anî zimên ku ew dê bi armanca endamtiya tam a Yekîtiya Ewropayê (YE) rêya xwe bidomînin, entegrasyona bi Rêxistina Dewletên Tirk re kûrtir bikin û têkiliyên li cîhana Îslamê xurt bikin.
Erdogan da zanîn ku sala 2025an dahata neteweyî cara ewil 1,5 trilyon dolar derbas kiriye.
Li gorî gotina Erdogan, rezervên Banka Navendî ya Tirkiyeyê 200 milyar dolar derbas kiriye û gihîştiye 215,6 milyar dolarî.
Her wiha hinardekirina salane di 2025an de gihîştiye 273,4 milyar dolarî û rekor şikandiye.
Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku çavkaniya ji bo hinardekaran hatiye veqetandin dê di sala 2026an de bê zêdekirin.
"Pişta enflasyonê dê bişike"
Erdogan nivîsand ku 2026 dê bibe sala ku "pişta enflasyonê bi temamî bişkînin û bi biryardarî bimeşin hedefa xwe ya yek reqemî."
Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku hêza kirînê ya xebatkar, malnişîn û karmendan dê ne tenê bi qasî rêjeya enflasyonê, "bi para ji mezinbûnê jî" were zêdekirin.
Erdogan anî zimên ku edaleta di belavkirina dahatê de yek ji hedefên 2026an e.
"Pêvajo dê neyê qurbankirin"
Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê jî destnîşan kir ku "pêngavên girîng li pey xwe hiştine" û got:
"Di pêvajoya Tirkiyeya bê teror de me pêngavên girîng li pey xwe hiştin. Wekî Tifaqa Cumhurê em di vê pêvajoyê de her tim erênî tevgeriyan.
Em li ser çareseriyê hûr bûn û me ne tenê destê xwe, me laşê xwe da binê kevir.
Komîsyona me aliyên pêwendîdar bi baldarî guhdarî kirin. Înşalah ew dê rapora xwe ya dawî ku em difikirin dê nefeseke nû bide pêvajoyê, di demeke nêzîk de temam bike."
Erdogan di dawiya peyama xwe de wiha got:
"Ev pêvajoya ku armanca wê ew e welatê me ji belayeke 40 salî rizgar bike, dê ji bo hesabên berjewendiya siyaseta rojane neyê qurbankirin.
Ji bo ku pêvajo bêyî qezayekê bigihîje armanca xwe, çi dikeve ser milê me em dê bikin û em dê bi paş ve gav neavêjin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse