Bahçelî ji bo serdana wî ya Herêma Kurdistanê spasiya Davutoglu kir

30-05-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Davutoglu Devlet Bahçelî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, spasiya Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu kir ku nirxandinên xwe yên derbarê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê bi nameyekê ji wî re şandibûn.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu 18-23yê Gualanê hatibû Herêma Kurdistanê.

Davutoglu bajarên Silêmanî, Hewlêr û Kerkûk ên Başûrê Kurdistanê ziyaret kiribûn.

Ahmet Davutoglu piştî ku vegeriya Tirkiyeyê nirxandinên xwe yên derbarê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê bi nameyekê ji Serokê Giştî yê MHPyê re şandin.

Davutoglu da zanîn ku pêvajoya ku Bahçelî daye destpêkirin li herêmê piştgiriyê dibîne.

Bahçelî bi rêya telefonê bersiva Ahmed Davutoglu da.

Bahçelî diyar kir ku wan sûd ji nirxandinên Davutoglu wergirtine û spasiya wî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst