Erdogan ji bo 2 girtiyan efû derxist: Yek jê HDPyî ye

30-06-2025
RÛDAW
Nîşan Kerîm Boran Efû Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo du girtiya desthilata xwe ya efûyê bi kar anî.

Li gorî biryarên ku di Rojnameya Fermî de hatin weşandin, cezayên her du hikumxwaran ji ber nexweşiya daîmî, kêmendamî an jî pîrbûnê hatin rakirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di çarçoveya benda 16an a madeya 104an a Destûra Bingehîn de, ji bo du girtiya desthilata xwe ya efûya şexsî bi kar anî.

Li gorî biryarên ku di Rojnameya Fermî de hatin weşandin, cezayên mayî yên her du hikumxwaran ji ber nexweşiya daîmî, kêmendamî û pîrbûnê hatin rakirin.

Wekî hinceta efûyê, pirsgirêkên tenduristiyê û rewşa temenê pêşketî ku bi raporên Saziya Tiba Edlî hatine belgekirin, hatin nîşandan.

'Komeleya Mafên Mirovan bang kiribû'

Li gorî agahiyên di Rojnameya Fermî de, yek ji navên ku hatiye efûkirin Kerîm Boran e ku di sala 1944an de ji dayik bûye.

Ew ji ber gelek hincetan, di nav de "endamtiya rêxistina PKKyê", hatibû mehkûmkirin.

Boranê 81 salî, li gorî rapora Desteya Pisporiyê ya 3yemîn a Saziya Bijîşkî ya Dadî, di çarçoveya nexweşiya daîmî û pîrbûnê de hate efûkirin.

Ji bo berdana Kerîm Boran, di çalakiyên "Rûniştina F"yê de ku Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) her hefte roja şemiyê ji bo girtiyên nexweş li dar dixist, bang kiribû.

Boranê ku di Komîsyona Edaletê ya Rêxistina Bajarê Îdirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih digirt, erka lihevanîna malbatên ku di navbera wan de dijminatî hebû, bi rê ve dibir.

Di sala 2021an de ji Kerîm Boran û 8 kesên din ên temenmezin re cezayên cuda hatibûn dayîn.

Boran ku ji wê rojê ve di girtîgehê de bû, gelek nexweşiyên wî yên kronîk ên wekî têkçûna dil, diyabet, tansiyona bilind, KOAH, astim, prostat, parkînson, û windakirina dîtin û bihîstinê hebûn.

Saziya Bijîşkî ya Dadî di 2yê Çiriya Pêşîn a 2023yan de derbarê Boran de rapora "rewşa pîrbûnê heye" dabû.

'Efûya din bi hinceta kêmendamiyê'

Navê din ê ku hatiye efûkirin Nacî Kilinç e ku di sala 1971ê de ji dayik bûye.

Kilinç jî li gorî rapora Desteya Pisporiyê ya 3yemîn a Saziya Bijîşkî ya Dadî, di çarçoveya rewşa kêmendamiyê de hate efûkirin.

Cezayê Kilinç ji ber gelek sûcan hebû ku di nav wan de "ji bo sûckirinê avakirina rêxistinê", "hewldana talana çekdarî" û "tehdîda bi çekê" jî hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst