Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Enqereyê ji 12 siyasetmedar, rojnameger, parêzer û parazvanên mafên mirovan 9 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsînekê de Hevserokê Şaredariya Peyasê ya Amedê Cengîz Dundar, Cîgira Hevseorkê DEM Partiyê Sevtap Akdag, yek ji damezrînera Komeleya Mafên Mirovan Nîmet Tanrikulu û neh kesên din hatibûn desteserkirin.
Piştî kar û barên yasayî derbarê 9 kesan de biryara girtinê hat dayîn û yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
26ê mehê li 30 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonek hatibû kirin.
Di encamê de 231 kes hatibûn desteserkirin ku piraniya wan siyasetmedar, rojnameger, hunermend, parazvanên mafên mirovan û welatiyên sivîl bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse